Feqîyê Teyran yek jî girîntirîn şa’êrê edebîyata kurdî ye ku ji alîyê xelkê ji rêzê ve gelek hatîye hezkirin û helbest û berhemên wî keftîne li ser zîmanê xelkî. Çend sebebên vê çendê hene ku xelkî ji wî gelek hez kirîye. Sebebê yekê ji ber sadebûn û safîbûna zimanê wî ye. Xelk, çavî helbestvanên din ên kurd pitir ji ziman, hizir û derbîrênên wî têdigehiştin û vê çendê zêdebelavbûna helbest û berhemên wî hêsan kirîye. Ji alîyê dî ve Feqî ji bo honandina berhemên xwe yên edebî pişta xwe bi hêmanên folklorîk û serhatîyên di nava xelkî da belav bestîye. Vêca wî çawan hêmanên folklorîk ên di nava xelkê da berbelav kirîye mijara berhemên xwe herwesa xelkî jî li ser wî gelek çîrok, çîrvanok, hîkaye û beyt çêkirine. Mijara vê nivîsarê beyteke gelêrî ye ku li ser hinek serhatîyên Feqîyê Teyran hatîye honandin. Ev beyt ji ber ku ji kombînasyoneke helbesta Feqî bi xwe û helbesta gelêrî pêkhatîye ji bo nîşêdana navêkraçûna edebîyata nivîskî û edebîyata devkî nimûneyeke gelek girîng e. Armanca vê nivîsê ji alîyê naverok, rûxsar, şêwe û alîyên cûda ve analîzkirina vê beytê ye.
da beşa ji hemîyan dewlemendtir Folklor û Edebîyata Devkî ye. Edebîyata devkî malê gel e û li nav komelgehê belav e. Di edebîyata devkî da beyt, destan an jî çîrokên manzûm yên kurmancî giranîyeke mezin heye. Destan yek ji kevintirîn cûreyê edebîyata devkî ye. Di serdemên gelek kevin da hatine danan û danêrên wan ne dîyar in. Di destanan da bûyerên dîrokî û civakî yên karîgerîyeke mezin li ser civakê hiştî û di bîrdanga civakê da cihê xwe girtî, bi awayekî manzûm hatine honandin. Peyva "Dastan" an "Destan" peyveke Îranî ye. Di kurmancî da li şuna peyva destanê "Beyt", "Qiset", "Qewl", "Hîkaye", "Serhatî" û "Çîrok" tên bikaranîn. Beyt; hîkaye an rûdanekê bi devkî vediguhêze. Dibe ku ew ji serî bo binî bi terzê stirankî an jî bi terzê stirankî û çîrokî ya tevlîhev bê gotin. Armanca vê xebatê danasîna cûreyê beytê an jî çîroka manzûm e.
Folklora kurdî ji alîyê şarezayên babetê ve wekî qadeke gelek berfireh û dewlemend tête danasîn. Bi rastî di van salên dawîyê xebatên li ser tomarkirin, twîjandin û senifandina folklora kurdî da werarek peyda bûye. Lê belê li dû vê berfirehî û dewlemendîya folklora kurdî xebatên zanistî yên li dor danasîn, vavartin û dîyarkirina tuxûbên cûrên edebiyata devkî hêj di asta pêdivî da nîne. Di xebatên li ser folklora kurdî da babeta ji hemîyan aloztir jêkvavartina hinek cûreyan û navlêkirina wan e. Ev alozî taybetî di danasîn, navlêkirin û dîyarkirina tuxîbên cûreyên vegêranê (narrative genres) da dîyar dibin. Meqseda me ji cûreyên vegêranê, vegêranên kurdî yên helbestkî û helbest-pexşan ên dirêj in ku destan, beyt û vegêranên strankî di nava xwe da vedigire. Her çend cûreyên vegêranê wekî xwerû helbestkî, xwerû pexşanî û helbest-pexşanî dabeş bibin jî em di nivîsarê da cih nedine vegêranên xwerû pexşanî. Armanca vê xebatê danasîna cûreyên vêgêranê, dîyarkirina sînorên wan ên edebî û destnîşankirina taybetîyên wan e. Ji bo vê çendê destan, beyt û vegêranên strankî dê di gel hevdû bêne mûqarenekirin, cudahî û wekhevîyên wan da dê bêne tesbîtkirin. Herwesa cûreyên vegêranê ji alîyê naverok, teşe, îcraker, motif û tema û erdnîgarî û hewza çandî ve dê bêne helsengandin.
Mîr Îmadedînê Hekarî, hem wekî mîrekî xurt û bi hêz ê serdema xwe û hem jî wekî helbestvanekî jîr tête nasîn. Her çend heta berî çend salan derheqê jîyana wî û helbestên da gelek kêm tişt bihatana zanîn jî niha taybetî derheqê jîyan û bizava wî ya sîyasî da gelek agahî berdest in. Lê bele sererayî van agahîyên berfireh derheqê aqibeta wî da agahîyên vebir nebûn. Di vê xebatê da dê li dû hinek belgeyên nû hatine peydakirin, taybetî li ser aqibeta Mîr Îmadedîn bête rawestan. Ev belgeyên nû hatîne dîtin, ew agahîyên derbarê aqibeta Mîr Îmadedîn da heyî serrast û temam dike. Di gel vê çendê dê bi kurtî li ser jîyana wî ya sîyasî û edebî jî agahî bêne danê. Herwesa di folklora kurdî da hinek vegotinên devkî yên li ser wî hatine gotin jî dê bêne ragehandin. Di vê çarçovê da hinek stiran û serhatîyên bi wî ve girêdayî dê bêne pêşkêşkirin.
scite is a Brooklyn-based organization that helps researchers better discover and understand research articles through Smart Citations–citations that display the context of the citation and describe whether the article provides supporting or contrasting evidence. scite is used by students and researchers from around the world and is funded in part by the National Science Foundation and the National Institute on Drug Abuse of the National Institutes of Health.
customersupport@researchsolutions.com
10624 S. Eastern Ave., Ste. A-614
Henderson, NV 89052, USA
This site is protected by reCAPTCHA and the Google Privacy Policy and Terms of Service apply.
Copyright © 2025 scite LLC. All rights reserved.
Made with 💙 for researchers
Part of the Research Solutions Family.