Folklora kurdî ji alîyê şarezayên babetê ve wekî qadeke gelek berfireh û dewlemend tête danasîn. Bi rastî di van salên dawîyê xebatên li ser tomarkirin, twîjandin û senifandina folklora kurdî da werarek peyda bûye. Lê belê li dû vê berfirehî û dewlemendîya folklora kurdî xebatên zanistî yên li dor danasîn, vavartin û dîyarkirina tuxûbên cûrên edebiyata devkî hêj di asta pêdivî da nîne. Di xebatên li ser folklora kurdî da babeta ji hemîyan aloztir jêkvavartina hinek cûreyan û navlêkirina wan e. Ev alozî taybetî di danasîn, navlêkirin û dîyarkirina tuxîbên cûreyên vegêranê (narrative genres) da dîyar dibin. Meqseda me ji cûreyên vegêranê, vegêranên kurdî yên helbestkî û helbest-pexşan ên dirêj in ku destan, beyt û vegêranên strankî di nava xwe da vedigire. Her çend cûreyên vegêranê wekî xwerû helbestkî, xwerû pexşanî û helbest-pexşanî dabeş bibin jî em di nivîsarê da cih nedine vegêranên xwerû pexşanî. Armanca vê xebatê danasîna cûreyên vêgêranê, dîyarkirina sînorên wan ên edebî û destnîşankirina taybetîyên wan e. Ji bo vê çendê destan, beyt û vegêranên strankî dê di gel hevdû bêne mûqarenekirin, cudahî û wekhevîyên wan da dê bêne tesbîtkirin. Herwesa cûreyên vegêranê ji alîyê naverok, teşe, îcraker, motif û tema û erdnîgarî û hewza çandî ve dê bêne helsengandin.